Tuesday 29 October 2024

Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Tevgera Hîkmeya Niştimaniya Iraqê kir



Roja sêşema 29.10.2024 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Seyid Emmar Elhekîm Serokê Tevgera Hîkmeya Niştimaniya Iraqê kir.

Di destpêka hevdîtinê de birêz Seyid Emmar Elhekîm pîrozbahiyê li Serok Barzanî û gelê Kurdistanê kir bi helkefta serkeftina hilbijartina xula şeşem ya Parlemena Kurdistanê ya li bîsta cotmehê û bi destkefteke girîng wesif kir.

Her li vê hevdîtinê de her du aliyan di derbarê rewşa siyasiya Iraqê û peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Iraqa Federal û her wiha pêşhatên dawî û guhertinên siyasî û emniyên navçeyê û pêwîstiya parastina aramiya Iraqê de danustandina bîr û ramanan kirin.