Tuesday 6 May 2025

Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Yekîtiya Cîhana Zanayên Misilman kir



Roja sêşema 6ê Gulana 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Dr Elî Qeredaxî Serokê Yekîtiya Cîhana Zanayên Misilman û şanda pê re kir.

Li vê hevdîtinê de di derbarê rewşa siyasî û guhertinên dawî yên navçeyê û paşeroja Kurd li Sûriye û pêwîstiya piştbestina aliyên Sûriye bi awayeke aştiyane û diyalogê, ji bo çareseriya kêşeyan de danustandina bîr û ramanan kirin.

Her li vê hevdîtinê de nirxandina erênî ya daxwaz û hengavên aliyên siyasiyên Tirkiyê kirin ku ber bi çareseriya aştiyane li Tirkiyê ve têne avêtin.

Rewşa navxweya Herêma Kurdistanê û peywendiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal mijarên dinê vê hevdîtinê bûn û ronahî jî xistin li ser hengav û guftûgoyên pêkanîna kabîneya dehem ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê.