Friday 14 June 2024

Serok Barzanî pêşwaziya Serpereştyarê Wezareta Derveya Îranê kir



Roja înê 14ê hezîrana 2024 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Elî Baqirî Serpereştyarê Wezareta Derveya Îranê û şandekî li gel da kir.

Li hevdîtinê de rewşa siyasiya navçeyê û Iraqê guftûgo kirin û tekez li ser pêşxistina peywendî û dostayetiya di navbera Herêma Kurdistan û Komara Îslamiya Îranê, taybet li warên aborî û bazirganî û kultûrî kirin.

Her li vê hevdîtinê de Serpereştyarê Wezareta Derveya Îranê rûmet û pêzanînên xwe ji bo helwesta Herêma Kurdistanê ya li ser rûdana ketinaxwarê ya helîkopterê û can ji destdana Serok Komarê Îranê û şanda pêre hebû.

Her wiha spasiya welatê xwe ya ji bo şandina şanda taybetî ya Herêma Kurdistanê ya ji bo beşdarîkirina li pirseya can ji destdana Serok Komarê Îranê û şanda pêre bi Serok Barzanî gihand.