Monday 26 August 2024

Serok Barzanî pêşwaziya Wezîrê Çandiniya Şahnişîna Urdinê kir



Roja dûşema 26ê Tebaxa 2024 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Xalid Hinîfat Wezîrê Çandiniya Şahnişîna Urdinê û şandekî pê re kir.

Li hevdîtinê de Wezîrê Çandiniya Urdinê silavên taybetî yê Şah Abdullahê Paşayê Urdinê bi Serok Barzanî gihand û eve jî xisterû ku Paşa û gel û Hikûmeta Urdinê xwe bi dostê gelê Kurdistanê dizanin. Wezîrê Çandiniya Urdinê pesna wê geşbûn û pêşketinan kir ku ji bilî hebûna qeyran û girift û astengiyên zêde, di demeke kêm li Herêma Kurdistanê da pêkhatine û daxwaz kir ku peywendiyên her du aliyan li ast û warên cûda cûda de bi taybetî di warê çandinî û avadankirinê de berfirehtir bibin.

Her li vê hevdîtinê de Serok Barzanî, Şah Abdullahê Paşayê Urdinê wekî dostekî nêzîk û bira wesif kir û ji bilî balkişandina li ser wan peywendiyên dîrokiyên di navbera Herêma Kurdistan û Şahnişîna Urdinê, tekez li ser berdewamî û bihêztirkirina wan peywendiyan kir.

Rewşa siyasî û kêşe û giriftên li ber aramiya navçeyê û Iraqê mijareke dinê vê hevdîtinê bûn.