Sunday 1 June 2025

Serok Barzanî pêşwaziya şanda serok hoz û şêx û kesayetî û rihsipiyên Erebên parêzgeha Nînowayê kir



Roja yekşema 1ê hezîrana 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şanda serok hoz û şêx û kesayetî û rihsipiyên Erebên parêzgeha Nînowayê (Musil) kir.

Li hevdîtinê de şanda mîhvan spasiya gelê Kurdistanê û helwesta Serok Barzanî kirin ku li rojên teng de û li şerê terorîstan da mîhvandariya sedan hezar koçberên Iraqê yên li parêzgeha Nînowa û parêzgehên dinê Iraqê kirine û spasiya cangoriyên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê jî kirin ku beşeke zêdeyê navçeyên parêzgeha Nînowa li jêr destê terorîstên Da'îş azad kirin û ragihandin ku ew helwesta dîrokî li tu demekê ji bîr nakin û li bîranîna nifşên paşerojê de jî dimîne.

Beşdarbûyên civînê ji bilî balkişandina li ser aramî û pêşketinên li Herêma Kurdistanê daxwaz kirin ku hemahengî û hevkarî û pêkveyî ya li navbera parêzgehan û Herêma Kurdistanê da hebê.

Li beşeke dinê vê civînê şanda mîhvan behsa kêşe û giriftên nîştecihên Nînowa û rewşa aborî û xizmetguzariyên wê parêzgehê ji bo Serok Barzanî kirin û daxwazê kirin wan li qonaxên pêş de li pêvajoya siyasiya Iraqê de nûnerayetiyeke rasteqîne hebê û dawî bi êş û giriftên wan bê.

Her li vê civînê de Serok Barzanî bi germî bi xêrhatina şanda mîhvanan kir û li axaftina xwe de ji bilî balkişandina li ser dîroka kêşeyên di navbera gelê Kurdistanê û Hikûmetên Iraqê de, tekez li wê yekê kir ku cihê şanaziyê ye nakokiyên di navbera gelê Kurdistanê û Hikûmetên Iraqê de tu demekê nebûye sedema nakokiyên di navbera wan û gelên Iraqê. Serok Barzanî tekez jî li wê yekê kir ku Iraqa piştî 2003 li ser bingeha hevbeşî û hevsengî û li hevhatinê û li çarçêweya destûrê da hatiye damezrandin û tenê rêya çareser kirina kêşeyên Iraqê pêdagirbûna hemû aliyeke bi wan bingehan. Serok Barzanî palpiştî û hevsoziya xwe ji bo daxwaz û kêşeyên xelkê parêzgeha Nînowayê ragihand û ew e jî dûpat kir ku pêwîste rê bidin nîştecihên Nînowayê xwediyê biryar û çarenivîsa xwe bin.