Sunday 4 May 2025

Serok Barzanî pêşwaziya şandeke eşîreta Elbixzat ya ser bi hoza Elcibur kir



Roja yekşema 04ê Gulana 2025 li Selaheddînê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandeke eşîreta Elbixzat ya ser bi hoza Elcibur bi serokayetiya birêz Şêx Îsa Muhsin Elsebîl kir.

Li hevdîtinê de şanda mîhvan ji bo rola Serok Barzanî ya li kûr kirina ruhê lêborînî û birayetiya li navbera pêkhatên Iraqê de rûmetên xwe hebû û her wiha spasiya gelê Kurdistanê kirin ku li rojên teng da ew himbêzkirine û hewandine û penahiya sedanhezar koçberên parêzgehên navîn û başûrê Iraqê kirine.

Her li vê hevdîtinê de tekez li ser hemahengî û peywendiya di navbera pêkhatan û bihêz kirina bihayên pêkvejiyanê û xweşdiviya di navbera pêkhatên olî û neteweyî yên Iraq û nehiştina tundrewî û kultûra rik û tolhildanê kirin.

Hêjayî balkişandinê ye li vê hevdîtinê de xatûn Muna Elsebîl Endama Encûmena Nûnerên Iraqê û hejmarek ji kesayetiyên eşîreta Elbixzat amade bûn.