Roja dûşema 28ê tîrmeha 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandeke Komara Îslamî ya Îranê ya bi Serokayetiya birêz Reza Rehmanî Parêzgerê Azerbaycana Rojava kir.
Li hevdîtinê de Parêzgerê Azerbaycana Rojava silavên taybetî yên birêz Mesûd Pizîşkiyan Serok Komarê Îslamî ya Îranê bi Serok Barzanî gihand û her wiha spasî Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî kir ku hêsankariyeke gelek baş ji bo wan ziyaretkaran dike ku li rêya derbasgeha tixûbî ya Hacî Omeran ve serdana Iraqê dikin.
Her li vê hevdîtinê de tekez li ser peywendî û dostayetiya dîrokî ya di navbera Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îranê û pêşxistina peywendiyên aborî û tevgera bazirganiya di navbera her du aliyan kir.