Roja dûşema 09.09.2024 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandekê bilinda Hikûmeta Iraqê kir ku ji birêzan Fuad Husên Cîgirê Serok Wezîrê Iraqê û Serokê Encûmena Wezareta Aborî û Mihemed Elî Temîm Cîgirê Serok Wezîrê Iraqê û Wezîrê Plandanan û xanima Teyf Samî Wezîra Darayî ya Iraqê û birêz Hemîd Neîm Xizir Sekreterê Giştiyê Encûmena Wezîrên Iraqê û birêz Elî Muhsin Îsmaîl Parêzgerê Banka Navendiya Iraqê û hejmarek ji berpirsên Hikûmeta Iraqê ji wezaretên Derve û Plandanan û Darayî û Neft û Bazirganî û Pîşesazî û Kanzayan û Çandin û Kar û Karubarên Civakî û her wiha sekreteriyeta Encûmena Wezîrên Iraqê û Banka Navendiya Iraqê û Desteya Ewraqên Darayiyên Iraqê pêkhatibû.
Li vê hevdîtinê de şanda mîhvan ji bilî derbirîna xweşhaliya xwe ya ji bo serdana wan ya Herêma Kurdistanê pêzanînên xwe ji bo rola dîrokî ya Serok Barzanî ya li binyatnana Iraqa nû û xebata li dijî dîktatoriyetê hebû. Her wiha armanca serdana xwe ya Herêma Kurdistanê û guftûgoya li gel aliyên peywendîdarên Hikûmeta Herêmê ji bo Serok Barzanî xistinrû. Her wiha şanda mîhvan tekez li wê yekê kirin ku hevdîtin û civînên li gel Hikûmeta Herêmê sûdbexş buye û mebesta wane hemû aliyek bi navê çareserkirina kêşeyan û nehiştina astengan li rewşeke pir bi bawer û bi nêrîneke şefaf û binyatner bigihin hevdû têgihiştineke tevahî.
Her li vê hevdîtinê de Serok Barzanî bi germî bi xêrhatina şanda bilinda Hikûmeta Iraqa Federal kir û hêviya wê yekê xwest ku ew serdan û hevdû dîtine encameke erênî ji bo hemû Iraq û Herêma Kurdistanê hebê. Serok Barzanî ronahî xiste li ser dîroka xebat û qurbanîdana gelê Kurdistanê li sedsala bîstem û her wiha ewe jî bi amadebûyên civînê ragihand ku piştî 2003 ew çaverê yî hebû ku Iraqeke nû bê avakirin ku li navçeyê da bibê mînaka pêkvejiyan û hevbeşî û demokrasî û firehiyê. Serok Barzanî ewe jî dûpatkir ku xebata gelê Kurdistanê ji bo çespandina hevbeşî û mafên wan û nabê li şûna rêzgirtina li daxwaziyên gelê Kurdistanê û qerebûya enfal û kîmyabaranan, hewla ewe bidin dozeke dîrokî û xebat û qurbanîdana bêhejmara Kurdistanê li babeta mûçeyê da bê biçûk kirin yan jî hewla ji hev veqetandina Herêma Kurdistanê bê dayîn.
Serok Barzanî li dirêjahiya axaftina xwe de tekez li wê yekê kir ku baştirîn rê ji bo nehiştina kêşeyan, li ber girtina şêwaza hevdû têgihiştin û diyaloga di navbera Hikûmeta Iraqa Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye. Balkişand li ser wê yekê ku ji bo çareserkirina kêşeyan pêwîste em hemû vegerin ser destûrê û li gel ewe da jî pêdagirê wan peymanên siyasî bîn ku aliyên hevpeymaniya îdareya dewletê li ser li hev kirine. Serok Barzanî rûmeta xwe ji bo rol û hewlên Serok Wezîr Sudanî ya ji bo nehiştina astengiyan û çareserkirina giriftan hebû û ewe jî dûpat kir, ji bo serxistina proseya diyalogê û çareserkirina kêşeyan, li gel pêdagirbûna bi destûr û rêkeftinên siyasiyan pêwîste niyetpakî û îradeyekî rastîn ji bo çareseriya kêşeyan hebê.
Hêjayî gotinê ye li vê hevdîtinê de şandekê bilinda Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî amade bûn ku ji birêzan Wezîrê Navxo û Wezîrê Darayî û Serokê Dîwana Encûmena Wezîran û hejmareke dinê ji berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêkhatibûn.