Wednesday 4 September 2024

Serok Barzanî pêşwaziya şandekî bilinda Hudapar kir



Roja sêşema 03.09.2024 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandekî bilinda Hudapar ya bi Serokayetiya birêz Zekeriya Yapicioglu Serokê Giştî yê Hudaparê kir.

Li hevdîtinê de rewşa siyasiya navçeyê û pêşhatên dawî xistin ber behs û guftûgoyan, her wiha ronahî xistin li ser xebata sivîl ya ji bo xizmetkirina gelên Tirkiye û peywendiyên di navbera Partiya Demokrata Kurdistanê û Hudapar û tekez li ser pêşxistina wan peywendiyan kirin.

Her li vê hevdîtinê de Serokê Giştî yê Hudapar rûmetên xwe ji bo rola Serok Barzanî ya li pêşxistina doza gelê Kurd de hebû û xweşhaliya xwe jî ji bo hebûna hemahengî û peywendiya di navbera Hudapar û Partiya Demokrata Kurdistanê xisterû.

Li beşekî dinê vê hevdîtinê de Serok Barzanî ji bilî balkişandina li ser dîroka xebata gelê Kurdistanê, wê yekê bi şanda mîhvan ragihand ku baştirîn rêya çareseriya pirsa Kurdistanê, awayê hevtêgihiştin û hevdû qebûlkirin û diyalog û çareseriya aştiyane ye.