Monday 20 May 2024

Serok Barzanî pêşwaziya şandekî bilinda Partiya Dawa ya Tenzîmî ya Iraqê kir



Roja dûşema 20ê Gulana 2024 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandekî bilinda Partiya Dawa ya Tenzîmî ya Iraqê bi Serokayetiya Dr Xalid Esedî Cîgirê Sekreterê Giştî yê Partiya Dawa ya Tenzîmî ya Iraqê kir.

Li hevdîtinê de di derbarê rewşa siyasî ya Iraqê û pêwîstiya çareserkirina kêşeyan û pêkhatina aramî û tebayî yê de danustandina bîr û ramanan kirin.

Her li vê hevdîtinê de tekez li ser hemahengiya di navbera aliyan ya ji bo derbaskirina gef û metirsiyan û pêwîstiya dariştina peywendiyan û gihîştina bi hevdû têgihiştina di navbera pêkhatan û aliyên Iraqiyan kirin.