Friday 14 June 2024

Serok Barzanî pêşwaziya şandekî bilinda Partiya Demokrata Pêşverûya Kurd li Sûriye kir



Roja înê ya 14ê hezîrana 2024 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandekî bilinda Partiya Pêşverûya Kurd li Sûriye ya bi Serokayetiya Dr Selah Derwêş Sekreterê Partiya Pêşverûya Kurd li Sûriye kir.

Li hevdîtinê de di derbarê rewşa Kurd li Sûriye û pêşhatên siyasiyên dawî yên Sûriye û peywendiya di navbera aliyan de danustandina bîr û ramanan kirin.

Her li vê hevdîtinê de Serok Barzanî piştevaniya xwe ji bo hemahengî û karê hevbeşa di navbera aliyên resenên Kurdî yên Sûriye dûpat kir.