Thursday 5 September 2024

Serok Barzanî pêşwaziya şandekî hevbeşa Desteya Destpakiya Iraq û Herêma Kurdistanê kir



Roja çarşema 04.09.2024 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandekî hevbeş ya Desteya Destpakiya Iraq û Herêma Kurdistanê kir ku bi Serokayetiya Dadwer Heyder Henun Serokê Desteya Destpakiya Federalî û Dr Ehmed Enwer Serokê Desteya Destpakiya Herêma Kurdistanê pêkhatibûn.

Li vê hevdîtinê de behsa rêkarên dawî û hengavên her du Desteya Destpakiya Iraqa Federal û Herêma Kurdistanê ya ji bo destberkirina şefafiyet û rûbirûbûna gendelî û pêkanîna dadperweriyê kirin.

Serok Barzanî pêzanînîn xwe ji bo karubar û hewlên her du desteyan hebû û ji bilî derbirîna palpiştiya xwe, hêviya serkeftinê li erk û karên wan de xwest.