Thursday 4 July 2024

Serok Barzanî pêşwaziya şandekî hevbeşê Balyozên heşt welatên Erebî kir



Roja pênçşema 04.07.2024 li bajarê Bexdayê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandekî hevbeşa Balyozên heşt welatên Erebî kir ku ji birêz Tariq Abdulla Elferec Balyozê Kuweyt li Iraqê û birêz Sultan Mubarek Elkubeysî Balyozê Qeter li Iraqê û birêz Ehmed Semîr Hilmî Balyozê Misir li Iraqê û birêz Xalid Ehmed Elmensur Balyozê Behreyn li Iraqê û birêz Şêx Mehmûd Elxirusî Balyozê Selteneta Oman li Iraqê û birêz Zêd Ebu Hisan Karbirêvebirê Balyozxaneya Urdin li Iraqê û birêz Seîd Elqehtanî Karbirêvebirê Balyozxaneya Suudiye li Iraqê û birêz Mihemed Salih Eltinîcî Karbirêvebirê Balyozxaneya Îmarat li Iraqê pêkhatibûn.

Li vê civînê de Serok Barzanî bi kurtî di derbarê rewşa siyasiya Iraqê û sedem û palnerên serdana xwe ya Bexdayê û hevdîtin û guftûgoyên li gel aliyên siyasî ji bo şanda mîhvan xisterû û balkişand li ser wê yekê ku keşekî erênî li rewşa siyasiya Iraqê û helwestên wan de hatiye holê û dikarîn li ser bingeha wê rewşa nû bigihîn encamên baş yên ji bo çareserkirina kêşeyan û nehiştina astengiyan ku ewe bi xwe bandorê li ser aramiya Iraq û navçeyê dike. Serok Barzanî li dirêjahiya axaftina xwe de ronahî xiste li ser babeta hebûna hêza hevpeymanan li Iraqê û ragihand pêwîste ev babet li çarçêweya rêkeftin û li hevhatineke niştimanî û li ber çav girtina berjewendiyên Iraq û navçeyê bingehek ji bo wê bê danîn.

Li beşekî dinê civînê de Balyozên welatên Erebî hêviya ewe xwestin serdana Serok Barzanî ya Bexda bibê cihê xêr û aramiyê ji bo Iraqê û her wiha tekez jî li wê yekê kirin ku welatên wan ji bo bihêzbûna asayîş û aramî û xweşguzeraniya welatiyên Iraqê û çareserbûna kêşeyên siyasiyên Iraqê piştevaneke tevahî ya Iraqê dibin.