Sunday 4 August 2024

Serok Barzanî pêşwaziya şandekî hevbeşê Kutleya Erebî û Turkmenî ya Encûmena Parêzgeha Kerkûk û hejmarek parlementer û serkirdeyên siyasî ya bi Serokayetiya Şêx Xemîs Xencer kir.



Roja yekşema 04.08.2024 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandekî hevbeşa Kutleya Erebî û Turkmenî ya Encûmena Parêzgeha Kerkûkê û hejmarek parlementer û serkirdeyên siyasî ya bi Serokayetiya Şêx Xemîs Xencer kir.

Li vê civînê de di derbarê rewşa siyasiya Iraqê û her wiha rewşa Kerkûk û hewlên ji bo çareserkirina pirsa pêkanîna hikûmeta xwecihî û hilbijartina Parêzgerê Kerkûkê û diyarkirina postên îdariyên dinê Kerkûkê de danustandina bîr û ramanan kirin.

Her li vê hevdîtinê de tekez li ser ewe kirin ku pêwîste çareserî ber bi ber çav girtina mafên hemû pêkhatên Kerkûkê û li xizmeta parastina aramiya wî bajarî û pêşkêşkirina xizmetguzariyê bi welatiyan û geşbûna Kerkûkê bê, ew jî li çarçêweya tewafiq û komdengiya niştimanî de be.