Wednesday 12 June 2024

Serok Barzanî pêşwaziya şandekî Kutleya Elmubadere kir



Roja çarşem 12 hezîrana 2024 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandekî Kutleya Elmubadere ya bi serokayetiya birêz Ziyad Elcenabî kir.

Li hevdîtinê de di derbarê rewşa siyasiya Iraqê û astengiyên li ber aramiya Iraqê de danustandina bîr û ramanan kirin û tekez li ser hemahengî û karê hevbeşê di navbera aliyan kirin.