Monday 13 May 2024

Serok Barzanî pêşwaziya şandekî Navenda Fransî ya lêkolînerên li ser Iraqê kir



Roja dûşema 13ê Gulana 2024 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandekî Navenda Fransî ya lêkolînerên li ser Iraqê kir ku ji birêzan Profesor Michel Wieviorka, Profesor Fabrice Balanche, Maryos Ekspozîto, Tiyalî Yilmen û Dr Adil Baxewan pêkhatibûn.

Li hevdîtinê de şanda mîhvan pêzanînên xwe ji bo qurbanîdan û xweragiriya gelê Kurdistanê ya li xebat û berxwedana ji bo gihîştina bi azadiyê hebû û rola Serok Barzanî ya li tevgera rizgarîxwaziya Kurdistanê de bilind nirxand û her wiha pesnê çanda pêkvejiyan û parastina pêkhatên olî û neteweyiyên Kurdistanê kir.

Her li vê hevdîtinê de guftûgoyekî têrûtije û vekirî di derbarê rewşa siyasî û pêşhat û gef û metirsiyên li Iraq û navçeyê û hevkêşeyên herêmayetî û navdewletiyan kirin û her wiha rewayetî û paşeroja doza gelê Kurdistanê û aramiya navçeyê kirin.

Di derbarê bi mafên gelê Kurdistanê de Serok Barzanî ji bilî şîrovekirina reyên dîrokî û siyasî û yasayiyên rewayetiyaî doza gelê Kurdistanê li Iraq û navçeyê û her wiha xebata gelê Kurdistanê ya ji bo parêzgarîkirina li mayîn û pêşxistina doza xwe de, tekez li wê yekê kir ku yek alî kirina kêşeyan li rêya şer û înkarî û hewlên ji bo jêbirina gelê Kurdistanê hîç encamekî nebûye û nabê û baştirîn rê ji bo çareserkirina kêşeyan bi kêşeya gelê Kurdistanê ve jî l navçeyê da bi hevtêgihiştin û aştî û rêkarên demokratîk û diyaloge.

Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku bi dirêjahiya dîrokê gelê Kurdistanê aştî û tebayî û hevbeşiyê xwestiye û tu demekê destpêşxerê şer û aloziyê nebûye.