Wednesday 14 August 2024

Serok Barzanî pêşwaziya şandekî Partiya Wîfaqî Niştimanî kir



Roja çarşema 14ê Tebaxa 2024 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandekî Partiya Wîfaqî Niştimanî ya bi Serokayetiya birêz Eyad Elawî Sekreterê Giştiyê Partiya Wîfaqî Niştimanî kir.

Li hevdîtinê de di derbarê rewşa siyasiya Iraqê û her wiha astengiyên li nav proseya siyasiya Iraqê û peywendiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal de danustandina bîr û ramanan kirin.