Saturday 25 May 2024

Serok Barzanî pêşwaziya şandekî Wezareta Derveya Qeterê kir



Roja şemiya 25ê Gulana 2024 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandekî Wezareta Derveya Qeterê kir ku ji birêz Ehmed Bin Hesen Elhemadî Emîndarê Giştî yê Wezareta Derveyê Qeterê û birêz Sultan Bin Mubarek Elkubeysî Balyozê Qeter li Iraqê û birêz Husên Bin Alî Elfezale Konsulê Giştî yê Qeter li Hewlêrê pêkhatibûn.

Li hevdîtinê de di derbarê rewşa siyasiya navçeyê û gef û metirsiyên li ber aramiya navçeyê de danustandina bîr û ramanan kirin û Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku baştirîn rê ji bo çareserkirina girift û binbest û aloziyan li ber girtina awayê diyalog û dûrketina ji şer û kavilkariyê ye.

Her li vê hevdîtinê de tekez li ser geşbûna peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û dewleta Qeterê ya li warên geştiyarî û aborî û avadaniyê de kirin.