Monday 6 May 2024

Serok Barzanî pêşwaziya şandekî Xwendina Bilind û Zanîngehên Urdinê kir



Roja dûşem 06.05.2024 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandekî Xwendina Bilind û Zanîngehên Urdinê kir ku ji Dr Me`emun Eldubî Cîgirê Wezîrê Xwendina Bilinda Urdinê û Serokên neh Zanîngehên wî welatî û her wiha birêz Fuad Elmecalî Konsulê Giştiyê Urdin li Hewlêrê pêkhatibûn.

Li hevdîtinê de şanda mîhvan rola Serok Barzani ya li proseya siyasiya Herêma Kurdistanê û Iraqê û kûrtirkirina çanda pêkvejiyanê û geşbûna Herêma Kurdistanê de bilind nirxand û ji bilî tekez kirina li dostayetî û peywendiya dîrokiya di navbera Urdin û gelê Kurdistanê de amadehiya xwe ya ji bo pêşxistina peywendiya akademî û hevkarî û hemahengiya di navbera zanîngehên her du aliyan de derbirîn.

Her li vê hevdîtinê de Serok Barzanî balkişand li ser peywendiya dîrokiya di navbera gelê Kurdistan û Şahnişîna Urdinê da û spasî Şah Abdullah Padişah û Hikûmet û gelê Urdinê kir ku li qonaxên cûr bi cûr da hevsoz û yarmetîderê gelê Kurdistanê bûne. Tekez jî li kûrtirkirina peywendî û dostayetiya di navbera her du aliyan ya li warên cûr bi cûr da kir.