Saturday 18 May 2024

Serok Barzanî pêşwaziya şandekî zanayên olî ya bi Serokayetiya Semahetê Şêx Abdulrezaq Else'dî kir



Roja şemiya 18.Gulana.2024 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandekî zanayên olî ya bi Serokayetiya Semahetê Şêx Abdulrezaq Else'dî kir.

Li hevdîtinê de şanda mîhvan spas û destxweşiyê li Serok Barzanî kir ji bo xemxûrî û hewandina wan sedanhezar koçberan ku hatibûn Herêma Kurdistanê û hewlên Serok Barzanî ya ji bo desteberkirina aramiyê bilind nirxand.

Her li vê hevdîtinê de di derbarê rewşa Iraqê û gef û dilgiraniyên paşerojê de danûstandina bîr û ramanan kirin û tekez li ser pêwîstiya hemahengiya di navbera aliyan ya ji bo derbaskirina qeyran û rewşên hestiyar kirin.