Roja çarşema 09 ê temmuza 2025 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Qasim Erecî Şêwirmendê Asayîşa Niştimaniya Iraqê kir.
Li hevdîtinê de di derbarê rewşa siyasî û pêşhatên dawî yên emniyên navçeyê de gotûbêj kirin. Herwiha di derbarê peywendiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal û çareserkirina kêşe û giriftên di navbera her du aliyan de danustandina bîr û ramanan kirin.