Thursday 12 September 2024

Serok Barzanî pêşwaziya Şêwirmendê Bilindê Siyasî û Serbaziya Hikûmeta Brîtanya kir



Roja pênçşema 12.09.2024 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Admîral Edward Elgrên Şêwirmendê Bilindê Siyasî û Serbaziya Hikûmeta Brîtanya yê Karubarê Rojhilata Navîn û Bakûrê Efrîqa û şandekî pê re kir.

Li hevdîtinê de rewşa siyasî û emnî û pêşhatên dawî yên Iraq û navçeyê xistin ber behs û guftûgoyan û her wiha ronahî xiste li ser hemahengiya di navbera hêzên hevpeymanan û hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û nûjenî û çaksaziyên di nava Wezareta Pêşmerge de.

Her li vê hevdîtinê de Serok Barzanî spasî Hikûmeta Brîtanya kir ku li şerê Da'îş da hevkar û piştevanê hêzên Pêşmerge bûne û rûmeta xwe jî ji bo palpiştî û hengavên Brîtanya ya li yarmetîdana Wezareta Pêşmerge ya li proseya çaksaziya di nava Wezaretê de hebû.

Pirsa mayina hêzên hevpeymanan û her wiha gefên terorê li ser Iraq û navçeyê mijareke dinê vê civînê bûn.