Thursday 12 February 2026

Serok Barzanî pêşwaziyê li Balyozê Kuwêtê li Iraqê kir



Roja Pêncşemiyê, 12ê Sibata 2026an, li Pîrmamê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li birêz Hesen Mihemed Zeman, Balyozê Kuwêtê li Iraqê kir.

Di civînê de, ku birêz Osman Dawud, Konsolosê Kuwêtê li Hewlêrê amade bû, Balyozê Kuwêtê, ligel derbirîna kêfxweşiya xwe ji bo hevdîtina bi Serok Barzanî re, silav û rêzên (Şêx Meşel El-Ehmed El-Cabir El-Sabah), Mîrê Kuwêtê, pêşkêşî Serok Barzanî kir û tekez li ser peywendî û biratiya di navbera gelê Kuwêtê û gelê Kurdistanê de kir û pesna têkoşîn û qurbanîdana gelê Kurdistanê ya ji bo bidestxistina azadiyê da.

Her di vê civînê de, Serok Barzanî silavên taybetî ji Mîrê Kuwêtê û gelê Kuwêtê re hebûn û bal kişand li ser êşa hevbeş a gelê Kurdistanê û gelê Kuwêtê, di serdema rejîma berê ya Iraqê de û tekez li ser birayetî û kûrkirina peywendiyên her du aliyan kir.

Di beşeke din a vê hevdîtinê de rewş û astengî û gefên li ber aramiya herêmê bi giştî hatin nîqaşkirin û herwiha bal kişandin li ser pêvajoya siyasî ya Iraqê û Herêma Kurdistanê.