Roja Çarşemê 8ê Cotmeha 2025 li Pîrmamê Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li birêz Niccolò Fontana, Balyozê Îtalyayê li Iraqê û şandeke pê re kir.
Di vê hevdîtinê de, di derbarê pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê û rewş û pêşketinên dawî yên Sûriyeyê de danustandina bîr û ramanan kirin. Herwiha bal kişandin li ser hilbijartinên Encûmena Nûnerên Iraqê û herdu aliyan hêvî xwestin ku ev hilbijartin û encamên wê, guhertinên erênî bi xwe re bînin û xizmeta bingehên demokrasî û nûnertiya gel bikin.
Pêvajoya siyasî ya Herêmê û avakirina hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê mijarên din ên vê hevdîtinê bûn.