Roja Çarşemê 17ê Kanûna Yekem a 2025an li Pîrmamê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li birêz Maciej Zaidle Konsolê Giştî yê nû yê Polonyayê li Hewlêrê kir.
Di hevdîtinê de Konsulê Giştî yê Polonyayê li Hewlêrê kêfxweşiya xwe ji bo hevdîtina bi Cenabê Serok Barzanî re anî ziman û amadebûna xwe ji bo zêdetir pêşxistina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Polonyayê de di hemû waran de diyar kir. Herwiha Konsulê Polonyayê kêfxweşiya xwe ji bo pêşketinên ku Herêma Kurdistanê di warê aramî, asayîş, avadanî û xweşguzeraniyê de bi dest xistiye nîşan da û pesna rol û cihê Serok Barzanî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir. Herwiha pesnê wê berxwedan û têkoşîna xelkê Kurdistanê ji bo serketina li ser asteng û neheqiyên ku di rabûrî de hatine serê wan kir.
Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî jî pîrozbahiyê li Konsulê nû yê Polonyayê li Hewlêrê kir û piştgiriya xwe û ya Herêma Kurdistanê ji bo pêşxistin û baştirkirina peywendiyên dualî anî ziman. Herwiha Serok Barzanî behsa neheqiyên ku di rabûrî de hatine serê gelê Polonyayê kir, lê bi yekîtî û têkoşîna xwe karîbûn li ser astengiyan serbikevin û bigihîjin îro ku Polonya bûye yek ji welatên pêşketî yên Ewropa û cîhanê.
Rewşa Iraqê bi giştî û Herêma Kurdistanê, dîrok, xebat û têkoşîna gelê Kurdistanê, û herwiha axaftin li ser xweza û dîmenên xweşik ên deverên Kurdistanê, babetên din ên vê hevdîtinê bûn.