Wednesday 23 July 2025

Serok Barzanî pîrozbahiyê li Mamosta Elî Bapîr û serkirdayetiya nû ya Komela Dadgerî kir



Êvariya roja sêşema 22 ê temmuza 2025 Serok Mesûd Barzanî li rêya telefonê, peywendiyê bi Mamosta Elî Bapîr Serokê Komela Dadgeriya Kurdistanê kir.

Li vê peywendiya telefoniyê da Serok Barzanî bi helkefta encamdana pêncemîn kongreya Komela Dadgerî û hilbijartina wî ya wekî Serokê Komela Dadgerî pîrozbahiyê li Mamosta Elî Bapîr kir û hêviya serkeftinê ji bo Mamosta Elî Bapîr û serkirdayetiya nû ya Komela Dadgerî re xwest.