Thursday 4 July 2024

Serok Barzanî û Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê bi wekalet civiyan



Roja pêncşema 04.07.2024 li bajarê Bexdayê Serok Mesûd Barzanî û birêz Muhsîn Mendelawî Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê bi wekalet civiyan.

Li civînê de Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê bi wekalet pêzanînên xwe ji bo rola dîrokî û pêgeha Serok Barzanî ya li proseya siyasiya Iraqê da hebû û hêvî xwest hebûna Serok Barzanî yarmetîder bê ji bo çareserbûna kêşeyên Iraqê.

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî tekez li ser hebûna niyeta paka aliyan kir û bi pêwîst zanî ku diyalog bibê bingeha cêgîr ya ji bo çareserkirina kêşeyan.

Her li vê civînê de babeta diyarkirina Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê û çend pirsekî dinê taybet bi parêzgehên Iraqê hate guftûgo kirin.