Roja înê 01.11.2024 Serok Mesûd Barzanî û birêz Mehmûd Meşhedanî Serokê nû yê Encûmena Nûnerên Iraqê peywendiyeke telefoniyê encam dan.
Li vê peywendiya telefoniyê da Serok Barzanî ji bo hilbijartina wî ya wekî Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê palpiştî û pîrozbahiyên xwe bi birêz Mehmûd Meşhedanî ragihand. Li beranber da jî Serokê nû yê Encûmena Nûnerên Iraqê spasî helwest û piştigîriyên Serok Barzanî ya li çareserkirina kêşeyan û hibijartina wî ya wekî Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê kir.
Her li vê peywendiya telefoniyê da tekez li ser çareserkirin û yek alîkirina kêşeyên hêlawestiyan û her wiha derbaskirina wan yasayan kirin ku li berjewendiya gelên Iraqê dane û dibine sedema çareserkirina kêşeyên di nava proseya siyasiya Iraqê.