Saturday 5 October 2024

Peyama pîrozbahiya Serok Barzanî ya ji bo cejna Cemayê ya xûşk û birayên Êzdî



Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta hatina cejna (Cemayê) ya xûşk û birayên Êzdî, pîrozbahiyê li Mîrê Êzdiyan û Baba Şêx û Civata Rûhanî û tevahiya xûşk û birayên Êzdî yên li Kurdistanê û hemû cîhanê dikim.

Birîn û êşên xûşk û birayên Êzdî, birîn û êşa hemî Kurdistaniyane û di xem û xweşiyê da hevbeşîn. Pêdiviye ew hemû asteng û sedem nemînin ku rêgirin li ber asayîbûna jiyana Êzdiyan û bi taybet li devera Şingalê.

Her bi vê helkeftê tekezê li ser bihêzkirina çanda pêkvejiyanê li Kurdistanê dikim û hêvîdarim xûşk û birayên me yên Êzdî cejn û helkeftên xwe bi aramî û dilxweşiyê bikin.

Cejna hewe pîroz û bimînin di xêr û xweşiyê da

Mesûd Barzanî
05.10.2024