Saturday 28 September 2024

Peyama pîrozbahiya Serok Barzanî ya li 61. salvegera damezrandina Êzgeha Dengê Kurdistanê



Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Birêveber û karmendên Êzgeha(Radyoya) Dengê Kurdistanê

Bi helkefta şêst û yekemîn salvegera damezrandina Êzgeha Dengê Kurdistanê, pîrozbahiyeke germ li we yên xweşdivî û cemawer û alîgirên Partî û xelkê Kurdistanê dikim.
Hêvîdarim êzgeha we ku yadigarê şîrîn û bi bandor ya şoreşa mezina Eylûle, li geşkirin û pêşketinê da bê.

Damezrandina Êzgeha Dengê Kurdistanê li wan rojên dijwar û pir bi şanaziyê da, hengaveke girîng bû li gihandina dengê şoreş û nûçeyên berxwedan û destanên Pêşmerge bi xelkê xweragirê seranserê Kurdistanê û rêyeke serdemiyane bû ji bo gihandina peyama mezlûmiyeta gelê Kurdistanê û doza rewaya wî bi raya giştiya Iraq û navçe û cîhanê.

Her li vê helkeftê de, spasî wan hemû xebatkar û têkoşeran dikim ku rola wan li berdewamî û zîndî hiştina dengê wêrekê Êzgeha Dengê Kurdistanê da hebûye. Daxwazê ji we dikim berdewam bin li karkirina medyaya rastgoyî û sengîn û destgirtin bi bihayên neteweyî û niştimanî û mirovatiyan û berdewamiyê bi wê têgeha azad û şoreşgêrane û demokrasiye bidin ku ew êzgeh bi wê navê da damezraye.
Her serkeftî bin.

Mesûd Barzanî
27ê Eylûla 2024