Wednesday 3 September 2025

Peyama Serok Barzanî Ji Bo Bîranîna Jidayikbûna Pêxemberê Îslamê (Cejna Mewlûdê)



Bi navê Xwedayê Mezin û Dilovan

Bi helkefta hatina bîranîna jidayikbûna Pêxemberê mezin Hezretî Mihemed (Silavên Xwedê lê bin) û Cejna Mewlûdê, germtirîn pîrozbahiyê li tevahiya misilmanên Kurdistan, Iraq û hemû cîhanê dikim.

Ji Xwedayê Mezin lava dikin ku di vê helkefta pîroz de deriyên xwe yên dilovanî û bereketê li rûyê gelê Kurdistanê û tevahiya gelên herêmê de veke û ev bîranîna pîroz bibe sedema bi dawî hatina şer û jan û êşên miletan û aştî, dadperwerî û pêkvejiyan li ser herêma me û hemû cîhanê de serdest bibe.

Wel-selamu aleykum we rehmetûllahî we berekatuh

 

Mesûd Barzanî

11 Rebî El-Ewel 1447

3ê Îlonê 2025