Tuesday 14 January 2025

Peyama Serok Barzanî ya bi helkefta cejna Qewltas



Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta hatina cejna Qewltas ya Kakeyiyan pîrozbahiyeke germ li xûşk û birayên Kakeyî yên Kurdistanê dikim.

Hêvîdarim hemû xûşk û birayên Kakeyî û her wiha hemû pêkhatên Kurdistanê helkeft û cejnên xwe li bextewerî û aramiyê da pîroz bikin û herdem dûr bin ji êş û nexweşiyan.

Hêviya xweşî û bexteweriyê ji bo we dixwazim.

Mesûd Barzanî
14.01.2025