Friday 16 August 2024

Peyama Serok Barzanî ya heftih û heştemîn salvegera damezrandina Partiya Demokrata Kurdistanê



Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta heftih û heştemîn salvegera damezrandina Partiya Demokrata Kurdistanê pîrozbahiyê li hemû kadîr û endam û alîgirên Partî (PDK) dikim. Pîrozbahiyê li malbatên serbilindên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman û hemû çîn û pêkhatên Kurdistanê dikim û hêviya serbilindî û xweşiyê ji bo wan dixwazim.

Damezrandina Partî li şanzdehê Tebaxa 1946 da bi rêberayetiya Barzaniyê Nemir zerûretekî dîrokî bû ji bo dirêjepêdana xebat û berxwedana gelê Kurd li wan deman ku hemû hewla neyar û dagîrkaren Kurdistanê ewe bû şoreş û azadîxwaziya gelê Kurdistanê nehêlin û tûnebikin. Partî her li destpêka damezrandinê ve heta niha amrazek bûye li destê xelkê Kurdistanê ji bo pêkanîna armancên demokratî û niştimanî û neteweyiyên gelê Kurdistanê.

Li heftih û heştemîn salvegera damezrandina Partiyê da tekez li wê yekê dikim, Partî ji bo rizgariya gelê Kurdistanê û xizmetkirina gelê Kurdistanê ava bûye, ji bo ewe damezraye xelkê Kurdistanê serfiraz bin û doza rewaya gelê Kurdistanê herdem parastî û bi hêz bê. Ji bo wê yekê divê hemû alîgirên Partî li asta mezinahiya dîrok û qurbanîdana partiya xwe û xwîna şehîdan bin û erkê xwe bi baştirîn awayî encam bidin ku xizmetkirin û bihêzkirina Kurdistane. Hemû aliyek bi dost û neyarên gelê Kurdistanê wê rastiyê dizanin ku çendî Partî bi hêz bê ewqas jî Kurdistan bihêze.

Mesûd Barzanî
16ê Tebaxa 2024