Thursday 10 October 2024

Peyama Serok Barzanî ya ji bo koça dawî ya Prof Dr Xelîl Îsmaîl



Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi xemeke mezin ve nûçeya koça dawî ya akademî û zanayên Kurd Prof Dr Xelîl Îsmaîl gihîşt me. Prof Dr Xelîl Îsmaîl kesayetiyeke niştimanperwer bû ku jiyana xwe ji bo xizmetkirina zanist û pêgihandina sedan xwendekar û zanistxwazên Kurdistanê terxan kir û cihê destên wî li xizmetkirina navendên akademî û dewlemendkirina kitêbxaneya zanistên Kurdistanê diyare û ji destdana wî xesareteke mezine.

Sersaxiyên xwe pêşkêşî Dr Şukriye Resul hevjîna xwedê jêrazî Prof Dr Xelîl Îsmaîl û malbat û kesukarên wî û tevahiya akademiyên Kurdistanê û mamostayên zanîngehê dikim û xwe bi hevbeşê xema wan dizanim.

Ji xwedayê mezin hêvîdarim ruhê xwedê jêrazî bi behişta fireh şad bike û hedar û aramiyê bi hemû aliyek bibexşê.

Mesûd Barzanî
09.10.2024