Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Leyla Qasim mînakeke bilinda jina Kurde ku dîrokê ji bo xwe û gelê xwe dirust kir. Ew şehîdbûnê wekî şanaziyek qebûl kir, lê belê serê xwe ji bo cellad û dijminan nizm nekir û neçemand. Leyla Qasim û hevalên wê ji bo me hemûyan wane û sermeşqin ku wefadarî ji bo welat û bîr û bawer û mirina serbilindane, gelek pir bihatire ji jiyana bindestiyê.
Li pêncehemîn salvegera sêdaredan û şehîdkirina Leyla Qasim, Nerîman Fuad Mestî, Hesen Heme Reşîd, Azad Silêman Mîran û Cewad Hemewendî de, silavê ji bo giyanê wan yê pak û hemû şehîdên rêya azadiyê re dişînîn.
Mesûd Barzanî
12 Gulan 2024