Wednesday 11 September 2024

Peyama Serok Barzanî ya li 63. salvegera şoreşa Eylûlê



Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Şoreşa mezina Eylûlê bi rêberiya Barzaniyê Nemir, ji bo berevanîkirin û çespandina mafên rewayên gelê Kurdistanê mezintirîn şoreşa seranserî û siyasî û çekdariya cemaweriya Kurdistanê bû. Şoreşa Eylûlê îrade û bawerî bi xwebûnê ji bo mirovê Kurd vegerand û ji bo berdewamiya xebata rizgarîxwaziya gelê Kurdistanê ya li dijî sîtem û dagîrkeriyê, bû bingeheke bi hêz ya siyasî û rêxistinî û cemawerî.

Şoreşa Eylûlê bi destan û berxwedan û bi xweragiriya serkirdayetî û Pêşmerge û cemawerê ve doza rewaya gelê Kurdistanê çendîn hengavan ber bi pêş ve bir û ji bo qonaxên dinê xebata gelê Kurdistanê, bû îlhambexşê xebat û têkoşînê.

Li şest û sêyemîn salvegera destpêkirina şoreşa mezina Eylûlê da hezaran silav ji bo giyanê pakê şehîdên şoreşa Eylûlê û hemû şehîdên Kurdistanê re dişînîn. Her wiha rûmetên min ji bo fedakarî û keda wan hemû Pêşmerge û xebatgêr û qehremanan heye ku cihê destê wan li wê şanaziya niştimanî de xûyaye. Ewan qehremanan dîrokê ji bo gelê xwe tomar kirin û jiyan û xebata her yek ji wan waneya xebat û xweragirî û berxwedanê ye.

Mesûd Barzanî
11ê Eylûla 2024