Thursday 13 November 2025

Peyama sersaxiyê ya Serok Barzanî ji bo koça dawî ya birayê Serokkomarê Iraqê yê Federal



Bi navê Xwedayê Mezin û Dilovan

Bi mixabîniyeke mezin, agahiya koça dawî ya (Şemal Reşîd) birayê birêz Dr. Letîf Reşîd Serokkomarê Iraqê yê Federal gihîşt min. Ez sersaxî û hevxemîyên xwe pêşkêşî birêz Dr. Letîf Reşîd Serokkomarê Iraqê yê Federal, malbat û kesûkarên wan dikim.

Ez ji Xwedayê mezin daxwaz dikim ku ruhê xwedê jêrazî Şemal Reşîd bi bihûşta fireh şad bike û hedar û aramiyê bide hemû alîyan.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

Mesûd Barzanî

13ê Mijdarê 2025