Tuesday 15 April 2025

Peyama sersaxiya Serok Barzanî ya ji bo koça dawî ya Bedro Leşkerî Bêstriyaneyî



Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi xemeke mezin nûçeya koça dawî ya xebatgêr û Pêşmergeyê kedkar Bedro Leşkerî Bêstriyaneyî gihîşt min.

Xwedê jê razî Bedro Leşkerî Bêstriyaneyî beşdariya dehan berxwedan û destanên dîrokî yê Pêşmerge de bûye û yek ji wan qehremanane hevalê Barzaniyê Nemir yê li Yekîtiya Sovyetê û hemû jiyana xwe ji bo xizmet kirin û serbilindiya Kurd û Kurdistanê û bi navê dozeke bilind û rewa terxan kir.

Pirse û sersaxiya xwe pêşkêşî malbat û kesukar û hevalên xwedê jê razî Bedro Leşkerî Bêstriyaneyî dikim û xwe bi hevbeşê xema wan dizanim. Ji xwedayê mezin hêvîdarim ruhê xwedê jê razî bi behişta fireh şad bike û hedar û aramiyê bi hemû aliyek bibexşê.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

Mesûd Barzanî
15 ê Nîsana 2025