Sunday 20 October 2024

Peyamek ji Serok Barzanî



Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Spas ji bo xwedayê mezin proseya hilbijartina xula şeşema Parlemena Kurdistanê bi serkeftî bi dawî hat û xelkê Kurdistanê karîn li rewşê û keşûhewayeke azad da dengên xwe bidin.

Bi piştrastiyê ve serkeftina vê proseyê serkeftina gelê Kurdistane bi hemû pêkhat û aliyên siyasî ve. Bi vê helkeftê ve spas û pîrozbahiyên xwe pêşkêşî gelê Kurdistanê û cemawer û endam û alîgirên Partiya Demokrata Kurdistanê û her wiha hemû aliyên siyasiyan dikim.

Li vir da bi pêwîst dizanim destxweşiyê li Komîsyona Hilbijartinên Iraqê û Kurdistan û hemû aliyên peywendîdar û hêzên emniyan bikim ku pêkve yarmetîder bûn ji bo ku proseya hilbijartinê li Herêma Kurdistanê bi serkeftî bê encamdan. Hêvîdarim ev hilbijartin û encamên wê hêviyeke nû û qonaxeke nû pêkbîne ku li berjewendiya hemû xelkê Kurdistanê da bê.

Mesûd Barzanî
20.10.2024