Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Dîmenên êşandin û azardana cotkarên Kurd û reftarên ne bicîhê rêgirîkirina li cotkarên Kurd ku biçin ser zeviyên xwe, dîmenê enfal û kîmyabaran û jenosayda zarok û gedeyên gelê me yê li sedsala derbasbûyî bi bîra me tîne. Eve reftareke şoveniyane û bêwîcdanane û ev tawaneke li dijî cotkarên bêtawanên Kurd yên li parêzgeha Kerkûkê tê kirin ku tenê tawana wan eweye ku Kurdin û xwediyê resenê zeviyên xwe ne.
Li vir da daxwazê ji birêz Mihemed Şiya Sudanî Serok Wezîrê Iraqa Federal dikim rêgiriyê li dûbarebûna wê zulmê bê kirin û encamderên vê tawanê bêne destgîr kirin û sizayên xwe yasayî werbigrin. Destxweşiyê jî li wan Kurdên qehreman dikim ku li beranber wê sîtem û destdirêjiyê xweragir bûne û bila baş bizanin ku ew bi tenê û bê pişt û bê pena nînin û bi hemû hêzekê ve piştevaniyê li xweragirî û maf û daxwaziyên wan dikin.
Mesûd Barzanî
17ê Şubata 2025