Sunday 29 December 2024

Serok Barzanî pîrozbahiyê li Mamosta Selaheddîn Behaedîn kir



Êvariya roja yekşema 29.12.2024 Serok Mesûd Barzanî li rêya telefonê peywendiyê bi rêzdar Mamosta Selaheddîn Behaedîn Emîndarê Giştî yê Yekgirtiya Îslamiya Kurdistanê re kir.

Li vê peywendiya telefoniyê da Serok Barzanî pîrozbahiya sazkirina kongreya Yekgirtiya Îslamî û hilbijartina serkirdayetiya nû û dubare hilbijartina wî ya wekî Emîndarê Giştî yê Yekgirtiya Îslamiya Kurdistanê li birêz Mamosta Selaheddîn Behaedîn kir û hêviya serkeftinê ji bo wî xwest.

Li vê peywendiyê telefoniyê da tekez li ser hemahengî û tebahiya di navbera hêz û aliyên siyasiyên Kurdistanê kirin.