Tuesday 4 November 2025

Serok Barzanî Sersaxiyê Li Malbata Kolonêl Knapp Kir



Roja Sêşemiyê, 4ê Mijdara 2025an, Serok Barzanî di nameyekê de bi navê xwe û gelê Kurdistanê, sersaxiyê li malbata Kolonêl Knapp, ji bo koça dawî ya Kolonêl Richard Knapp, rêvebirê Nivîsîngeha Desthilatdariya Demkî ya Hevpeymaniyan li Hewlêrê di sala 2003an de xwest.

Di wê nameyê de, Serok Barzanî ligel derbirîna sersaxiya xwe, Kolonêl Knapp wekî hevalekî rastîn û hevalbendekî gelê Kurdistanê wesif kiribû ku piştî koçberiya dîrokî ya gelê Kurdistanê di sala 1991an de roleke bilind di alîkariya gelê Kurdistanê de lîstibû û di qonaxa piştî hilweşîna rejîmê de jî alîkar bû di bihêzkirina aramiya Herêmê û xurtkirina têkiliyên di navbera gelê Kurdistanê û Amerîkayê de.

Di nameyê de, Serok Barzanî spasiya xizmetên Kolonêl Knapp dike û rêza xwe ya herheyî ji bo malbata wî derdibrîne.