Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Di derbarê kêşeyên di navbera Herêma Kurdistan û Hikûmeta Iraqa Federal de, li ser yek alîkirina pirsa mûçe û budce û şayesteyên darayiyên Herêma Kurdistanê, îro mekteba siyasî ya Partî (PDK) ji bo wergirtina helwesta pêwîst civiya. Lê belê her îro birêz Dr. Fuad Husên piştî guftûgoya bi aliyên siyasiyên Iraqê re vegeriya Kurdistanê û bi mekteba siyasî ya Partî re ragihandiye ku alî û kesayetiyên siyasî û Hikûmeta Iraqa Federal ji bo çareserkirina wê kêşeyê soza wê yekê dane ku li çend rojên pêş de pirsa şandina mûçe û şayesteyên darayiyên Herêma Kurdistanê bê çareser kirin.
Her li ser daxwaz û soza wan û bi navê berdewambûna gotûbêjeke aram û berçavgirtina rewş û berjewendiya giştî, me pê baş bû derfeteke dawî bi Hikûmeta Iraqa Federal li Bexda bidîn bo ku rêyeke ji bo dawî anîna vê kêşeyê peyda bike û herdem baweriya me bi wê yekê hebûye ku eger rêya guftûgoyê hebê me jî pê başe bi hevdû têgihiştinê kêşeyan çareser bikîn.
Baregeha Barzanî
12 ê Temmûza 2025