Bi navê Xwedayê mezin û dilovan
Bi xemgîniyeke mezin, nûçeya koça dawî ya Pêşmergeyê Komara Kurdistanê û hevalê Barzaniyê Nemir û Pêşmergeyê her du Şoreşên Îlonê û Gulanê (Lawko Mamend Mesîh) gihîşte min, ku temenê xwe yê tijî bi rûmet ji bo şoreş û têkoşîna gelê xwe terxan kir.
Sersaxî û hevxemiyên xwe pêşkêşî malbata têkoşer û kesûkarên rêzdar ên xwedê jêrazî Lawko Mamend Mesîh û heval û hevçeperên wî dikim û xwe hevbeşê xema wan dibînim. Ji Xwedayê mezin dixwazim ku ruhê xwedê jêrazî bi bihuşta xwe ya fireh şad bike û hedar û aramiyê bide hemî aliyan.
Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)
Mesûd Barzanî
10.01.2026