Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Ji bo Serpereştyarê Giştî ya Tora Medyayî ya Kurdistanê û Birêveber û hemû karmendên Kurdistan TV
Bi helkefta bîst û şeş saliya karkirina Kurdistan Tv wekî yekem kanala asîmaniya li Kurdistanê, pîrozbahiyê li wê bîranîna we ya dîrokî dikim. Kurdistan Tv bi navê armanceke bilind û rewa ya niştimanî û li rewşeke pêwîst û li qonaxeke hestiyar bi hewl û keda dilsozan hate damezrandin û bûye mînbereke girîngê gihandina peyama xelkê Kurdistanê û her wiha bû beşek ji xebata niştimanî û neteweyî ya me.
Li vê salvegerê de ew çaverêyî li we yên azîz heye, bibin dik û sekoya serekiya belavkirina hişyariya niştimanî û rastgoyî ya bi navê medya ya Kurdî da ew jî bi sûdwergirtina li teknolojiya serdem û teknîk şêwazên nû yên karkirin û pêdagirbûna bi çarçêweyên karê profesyonaliya medyayî û her wiha ber çav girtina bihayên niştimanî û neteweyiyan.
Destxweşiyê li erk û keda we dikim û her serfiraz û serkeftî bin.
Mesûd Barzanî
17.01.2025