Bi Navê Xwedayê Mezin û Dilovan
Bi helkefta serê sala nû ya zayînî û cejna ji dayikbûna Hezretî Mesîh (Silavên Xwedê lê bin), germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî hemû xwûşk û birayên Krîstiyan ên li Kurdistan, Iraq û cîhanê dikim û hêviya bexteweriyê ji wan re dixwazim.
Di vê helkeftê de, tekez li ser kûrtirkirina çanda bihevrejiyan û biratiya di navbera hemû pêkhateyên olî û neteweyî yên Kurdistanê de dikim û hêvî dikim ku xwûşk û birayên me yên Krîstiyan her dem cejn û bîranîn û şahiyên xwe di aramî û aştiyê de pîroz bikin. Hêvîdar im ku ev helkeft bibe destpêka bidawîhatina nexweşî, azar û êşên mirovahiyê li tevahiya cîhanê û aştî û bihevrebûn li cihê wan bigire.
Mesûd Barzanî
24.12.2025