Bi Navê Xwedayê Mezin û Dilovan
Di 241emîn salvegera damezrandina bajarê Silêmaniyê de, ez pîrozbahiyeke germ pêşkêşî xelkê xweşdivî yê Silêmaniyê dikim, bajarê Şêxê Nemir û bajarê helmet û qurbanîdanê. Silêmanî beşekî ezîz ê Kurdistanê ye, bajarê şehîdên 9ê Hezîranê û qedexeya derketina derve ya sala 1963ê û bajarê rûbirûbûna zordar û sitemkar û rejîmên yek li pey yekê ye. Silêmanî, wekî her bajar û herêmeke din a Kurdistanê, her dem cihê derketina edîb û helbestvan û kesayetî û têkoşer û şoreşgerên Kurd bûye û roleke mezin di tevgera rizgarîxwaziya Kurdistanê de lîstiye. Di destpêka salên çilî yên sedsala bîstemîn de, bajarê Silêmaniyê bi hemû çîn û beşên xwe ve, himbêza xwe ya germ ji Barzaniyê Nemir û Barzaniyên bi zorê dûrxistî û nefîkirî re vekir, ew rêz û pêşwaziya wan tu carî nayê ji bîr kirin.
Di vê bîranînê de, ez hêviya aramî û bexteweriyê ji bo xelkê hezkirî yê bajarê Silêmaniyê dixwazim û ew hêjayî her cure pêşketin û pêşengiyê ne.
Mesûd Barzanî
14.11.2025