Saturday 27 September 2025

Peyama Serok Barzanî Ji Bo Salvegera Damezrandina Radyoya Dengê Kurdistanê



Bi Navê Xwedayê Mezin û Dilovan

Rêveber û Karmendên Radyoya Dengê Kurdistanê,

Bi boneya 62emîn salvegera damezrandina Radyoya (Êzgeya) Dengê Kurdistanê, ez pîrozbahiyên germ li we yên hêja, cemawer, alîgirên Partiyê û xelkê Kurdistanê dikim.

Damezrandina Radyoya Dengê Kurdistanê di wan rojên zehmet û bi rûmet de, gaveke girîng bû di gihandina dengê şoreşê, nûçeyên lehengî û destanên Pêşmergeyan ji xelkê berxwedêr ê seranserê Kurdistanê re. Her wiha rêyeke nûjen bû ji bo gihandina peyama mezlûmiyeta gelê Kurdistanê û doza wî ya rewa ji raya giştî ya Iraq, herêmê û cîhanê re.

Her di vê boneyê de, ez spasiya hemû wan xebatkar û têkoşeran dikim ku rola wan di berdewamî û zindîhiştina dengê wêrek ê Radyoya Dengê Kurdistanê de hebûye. Ez ji we dixwazim ku hûn berdewam bin di karê medyaya rastgo û bi rûmet de, û bi nirxên neteweyî, niştimanî û mirovî ve girêdayî bimînin, û berdewamiyê bidin wan rêyên azad, şoreşger û demokratîk ku ew radyo ji bo wan hatiye damezrandin.

Her serkeftî bin.

Mesûd Barzanî

27ê Îlona 2025