Sunday 21 September 2025

Peyama Serok Barzanî Ji Bo Salvegera Damezrandina Yekîtiya Zanayên Olî yên Îslamî ya Kurdistanê



Bi boneya pêncî û pênc saliya damezrandina Yekîtiya Zanayên Olî yên Îslamî ya Kurdistanê, pîrozbahiyên germ li serok û endamên Mekteba Cîbicîkar û Encumena Navendî ya Yekîtiya Zanayan û hemû mamosteyên ola Îslamiya pîroz li Kurdistanê dikim.

Damezrandina Yekîtiya Zanayên Olî yên Îslamî ya Kurdistanê li ser raspardeya Barzaniyê nemir, gaveke dîrokî bû ber bi bihêzkirina rola mamosteyên olî di şoreş û xebata gelê me de. Ev biryar tekezkirin bû li ser pêgeha mamosteyan û zanyayên mezin ên Kurd ên olî yên îslamê di belavkirina têgihiştina neteweyî û niştimanperwerî û pêkvejiyanê di nav çîn û tebeqeyên civakê de û rola wan di pêşxistina doza rewa ya gelê me di hemû qonaxan de.

Di salvegera damezrandina Yekîtiya Zanayên Olî yên Îslamî ya Kurdistanê de, hêviya serkeftinê ji bo Yekîtiya Zanayên Olî yên Îslamî ya Kurdistanê û hemû mamosteyên olî yên rêzdar re dixwazim û destxweşiyê li ked, westan û erka wan a pîroz dikim.

Xwedayê mezin pişt û penahê hemû aliyan be.

Mesûd Barzanî

21ê Îlonê 2025