Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Şoreşa Gulan, yek ji girîngtirîn wêstgehên berxwedan û xebata gelê Kurdistanê ye ku berdewam û hilgirê peyam û armancên şoreşa mezina Eylûlê ye. Li rewşeke nebaş ya piştî şikestê û li koçberiyê û li jêr zext û givaşên cûr bi cûrê neyarên gelê Kurdistanê karî bi planeke hûr ya rêkxistî û serbazî û bi îradeyeke bi hêz şoreşa Gulanê destpêbike.
Li şoreşa Gulanê da gelê me qurbaniyeke zêde da, gelek Pêşmergeyên qehreman canên xwe gorî Kurdistanê kirin. Beşeke zêdeyên zarok û gedeyên gelê me koçberî û xebat û berxwedanê hilbijart. Şoreşa Gulanê ji bo hemû aliyekê nîşanda ku îradeya têkoşîn û xebata gelê Kurdistanê ya ji bo azadiyê tu demekê naşikê û berdewam dibe.
Li çil û nehemîn salvegera şoreşa Gulanê da, silav ji bo giyanê yekem şehîdê şoreşa Gulan Şehîd Seyid Ebdulla Hacî Omeranî û hemû şehîdên Kurd û Kurdistanê re dişînîn. Her wiha rûmeta ji bo wan hemû têkoşer û Pêşmerge û wan niştimanperweran heye ku rola wan li şoreşa Gulanê da hebû û şanaziyê ji bo gelê xwe tomar kirin.
Mesûd Barzanî
26ê Gulana 2025